25 Wê kahin ji bo tevahiya civaka Îsraêl kefaretê bide û wê bên bexişandin. Çimkî wan bi şaşî guneh kiribû. Ji ber gunehê wan, wan pêşkêşiyên paqijî û şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.
Çawa ku wî bi conegayê ku bi awayê pêşkêşiya paqijiyê hat dayîn kir, wê bi vî jî bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wan kefaretê bide û wê ew bên bexişandin.
Xwedê ew ji bo wan ên ku baweriyê bînin, wek goriyeke kefaretê bi xwîna wî pêşkêş kir. Wî ev kir, da ku dadperweriya xwe nîşan bide, çimkî wî bi sebra xwe çavên xwe li wan gunehên ku berê hatibûn kirin neqand.
Lê heçî beşê hundir e, salê carekê bi tenê Serokkahîn dikeve wî. Lê bêyî wê xwîna ku di ber wî û di ber gunehên gel ên bêhemdî de tê pêşkêşkirin, ew jî nikare bikeve wî.
Rê nede devê xwe ku bi bedena te guneh bide kirin. Li pêş kahin nebêje: “Min şaşîtî kir.” Wê çima bi gotina devê te hêrs bibe û karên destê te xera bike?
Çawa ku bezê ser qurbana aştiyê hilanî, wê tevahiya bezê wê jê biqetîne. Wê kahin li ser gorîgehê bişewitîne ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
Çawa ku bezê ser miya qurbana aştiyê hilanî, wê tevahiya bezê wê jê biqetîne. Wê kahin vê bezê li ser pêşkêşiyên şewitandinê, li ser gorîgehê bişewitîne. Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan ji bo herikîna wî kefaretê bide.