8 Gel digeriya, dida hev, bi destaran dihêra yan jî di coniyan de dikuta. Ew di quşxaneyê de dikeland û jê kilor çêdikir. Tehma wê wekî tehma wê xwarinê bû ku bi zeytê hatibû çêkirin.
Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
Mûsa ji wan re got: “Ya ku Xudan emir dike ev e: ‘Sibê roja bêhnvedanê ye. Roja Septê ji bo Xudan pîroz e. Ya ku hûnê bipêjin, bipêjin, ya ku hûnê bikelînin, bikelînin. Ya mayî deynin aliyekî, bila bimîne sibê.’”