33 Hê goşt di nav diranê wan de bû û necûtibûn, hêrsa Xudan li dijî gel rabû û wî bi dijwarî li wan xist.
Kesên ji ber vê kulê mirin 24.000 kes bûn.
Ji bilî kesên di mesela Qorax de mirin, hejmara kesên ji ber kulê mirin 14.700 kes bû.
Wê Xudan bi kunêrên Misrê, kunêrên din, xur û gurîtî li te bixe û wê ev nexweşî baş nebin.
Tevî ku ew biparêzin, bernedin Û di devê xwe de veşêrin jî,
Gava zikê wan têr bibe, Wê Xwedê hêrsa xwe ya dijwar bi ser wan de bişîne, Wê xezebê li ser wan bibarîne.
Bi vî awayî xwarin pirr têr xwarin, Xwedê bi cih anî ya ku xwestin.
Mûsa wiha kir. Çawa ku Xudan lê emir kir, wî wiha kir.
Wî li asîman bayê rojhilat rakir, Bi hêza xwe, rê da bayê başûr.