21 Mûsa got: “Gelê ku ez di nav wan de me, 600.000 peya ne û tu dibêjî: ‘Ezê goşt bidim wan û wê tevahiya mehê bixwin.’
Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.
Hejmara hemûyan 603.550 bû.
603 550 kesên ku hatibûn hejmartin û emrê wan bîst salî û mezintir bûn, serê kesê bekayek, ango li gorî nîv şekelê Pîrozgehê diket.
“Ezê te bikim miletekî mezin û te pîroz û bereket bikim. Ezê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê.
Hejmartina gelê Îsraêl ev bû ku li gorî malbatên wan hat kirin. Hejmara hemû yekîneyên artêşgehan 603.550 kes bû.
Ew li ber min digerin û bi girî û gazin dibêjin: ‘Goşt bide me em bixwin!’ Ji bo tevahiya vî gelî ez ewqas goşt ji ku bînim?!
meheke sax, heta ji pozê we bê û hûn jê bikerixin hûnê bixwin! Çimkî we Xudanê di nav xwe de red kir, hûn li ber wî giriyan û we got: ‘Em çima ji Misrê derketin?’”
Ma bi qasî wan têr bike pez û dewar hene ku em serjê bikin? An jî tevahiya masiyên deryayê bên girtin, gelo wê têra wan bike?”
Îsraêliyên ku hatin hejmartin ev bûn. Li ser hev 601.730 kes bûn.