Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 11:18 - Kurmanji Încîl

18 “Îcar ji gel re bibêje, ji bo sibê xwe pak bikin, hûnê goşt bixwin. Çimkî we got: ‘Wê kî goşt bide me? Li welatê Misrê rewşa me baş bû’ û Xudan ev girî bihîst. Wê Xudan goşt bide we û hûnê bixwin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 11:18
16 Referans Kwoze  

Xudan ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon.


Lê bav û kalên me nexwestin ku bi ya wî bikin. Ew red kirin û di dilê xwe de vegeriyan Misrê


Gel ji ber tengasiya xwe dest bi gazinan kir. Xudan bihîst û hêrs bû. Agirê Xudan li dijî wan pêket û kesên li keviyên artêşgehê ne daqurtandin.


Paşê gelê Îsraêl hat Bêt-Êlê, heta êvarê li wir li hizûra Xwedê rûnişt û bi dengekî bilind giriya.


Rabe! Gel pak bike û bêje: ‘Ji bo sibê xwe pak bikin. Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ya gelê Îsraêl! Di nav we de tiştên ku hatiye veqetandin hene, heta hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe dernexin, hûnê nikaribin li dijî dijminên xwe li ber xwe bidin.’


Mûsa ji gel re got: “Ji bo roja sisêyan xwe amade bikin. Bila di vê navberê de kes neçe nav nivîna jina xwe.”


Aqûb ji maliyên xwe û ji hemû kesên li ba xwe re got: “Îlahên xwe yên xerîb ên ku bi we re ne bavêjin, xwe paqij bikin û cilên xwe biguherin.


Kahinên nêzîkî min dibûn jî bila ji min dûr bin. An na ezê wan jî ceza bikim.”


Ne rojek, du roj, pênc roj, deh roj, bîst rojan,


Tevî ku ew biparêzin, bernedin Û di devê xwe de veşêrin jî,


Gava zikê wan têr bibe, Wê Xwedê hêrsa xwe ya dijwar bi ser wan de bişîne, Wê xezebê li ser wan bibarîne.


Binêre, li zinar xist avê avêt, Lehî rabûn. Ma dikare nan jî bide? Ma dikare goşt jî bide gelê xwe?»


Piştre Mûsa got: “Gava Xudan êvarê ji bo xwarinê goşt û serê sibê jî heta ku hûn têr bibin nan bide we, wî çaxî hûnê bizanibin. Çimkî ya ku hûn li dijî wî dibêjin Xudan dibihîze. Ma em kî ne? Gazina we ne ji me, ji Xudan e.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite