Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 11:16 - Kurmanji Încîl

16 Xudan ji Mûsa re got: “Ji nav rîspiyên gelê Îsraêl heftê kesên ku tu wekî rêber û peywirdar dizanî, bicivîne û wan bîne Konê Hevdîtinê. Bila li wir, li ba te bisekinin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 11:16
14 Referans Kwoze  

Xudan ji Mûsa re got: “Tu tevî Harûn, Nadav, Avîhû û heftê kesên ji rîspiyên gelê Îsraêl hilkişî ba min û hûnê ji dûr ve biperizin.


Piştre Mûsa, Harûn, Nadav, Avîhû û heftê rîspiyên gelê Îsraêl hilkişiyan çiyê.


“Li bajarên ku Xwedayê we Xudan dide we, hûnê ji bo her eşîrê dadger û serekan kifş bikin. Divê ew gel bi edaletê îdare bikin.


Bi vî awayî min serekên eşîrên we yên şehreza û giregir kirin serekên we. Ji bo eşîrên we, min ew kirin serhezar, sersed, serpêncî, serdeh û serekên karmendan.


Bi herdu kurên Ûsiv ên ku li Misrê çêbûbûn, hejmara Mala Aqûb a ku çûn Misrê li ser hev heftê kes bûn.


Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: «Ya Xudan, cin jî bi navê te bi ya me dikin.»


Piştî vê yekê Xudan heftê şagirtên din jî hilbijartin û ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihê ku ew bi xwe wê biçûyayê.


Mûsa û Harûn çûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin.


Hemû rêber û rîspiyên eşîrên xwe li ba min bicivînin ku bi guhên xwe bibihîzin, ez van peyvan ji wan re bêjim. Wê erd û ezman şahidiya we bikin.


Wî ji tevahiya gelê Îsraêl mirovên bikêrhatî hilbijartin û ew li ser gel kirin serhezar, sersed, serdeh û serpêncî.


Mûsa derket derve û gotinên Xudan ji gel re got. Wî ji rîspiyên gel heftê kes civandin û li dora kon bi cih kirin.


Xudan wiha got: “Here, ji cerçêker cerekî bistîne! Hinek rîspiyên gel û kahinên mezin bi xwe re bibe


Mûsa rabû, çû ba Datan û Avîram. Rîspiyên gelê Îsraêl pê re çûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite