Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 4:18 - Kurmanji Încîl

18 Min her tişt stand û ez di firehiyê de me. Min ew diyariyên ku we bi destê Êpafrodîtos şandibûn, girtin û tu kêmahiya min nema. Ew diyariya we pêşkêşiyeke bîhnxweş û goriyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin e û li wî xweş tê.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

18 Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minrʼa şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hʼedîya qebûl û li Xwedê xweş e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Мьн һәр тьшт стандийә у нава һәбунеда мә. Әԝ тьштед кӧ ԝә бь дәсте Епафродито мьнрʼа шандьнә әԝ бәси мьн ьн. Әԝ дайина ԝә бинәкә хԝәш ә, һʼәдийа ԛәбул у ль Хԝәде хԝәш ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 مِن تواوی اَو دِراو اِستاند، حتا زِدَتِر ژی. نَهَ گو مِن دیاریه گو وَ رِگِری ژه اِپافْرودیتوس اِستاندیَ، چه گِماسیه مِن نَمانَ. دیاریه وَ گو گُلاوَگه بِهن خوشَ و قُربانیَگَ گو هاتیَ قَبول گِرِن و خدا راضی دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 4:18
15 Referans Kwoze  

Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva bikin. Çimkî goriyên weha li Xwedê xweş tên.


Ez hem bi zehfheyînê û hem bi neyînê dizanim. Dixwazî bila ez têr bim, dixwazî bila ez birçî bim, dixwazî bila ez di firehiyê de bim, dixwazî bila ez di hewcedariyê de bim, ez di her rewşê û di her tiştî de sira vê yekê hîn bûme.


Çimkî ev xizmeta ku hûn dikin ne tenê kêmahiyên pîrozan temam dike, lê belê bi gelek şikirkirinê ji Xwedê re zêde dibe.


Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin.


Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin.


Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.


Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e.


Piştre tê tevahiya berên li ser gorîgehê bişewitînî. Ev qurbana şewitandinê ya ji bo Xudan e. Ev bêhna xweş û pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.


û ji pêz an dewêr pêşkêşiya şewitandinê bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş tê –dixwazî qurbana şewitandinê, dixwazî qurbaneke din a ku ji bo sozekê pêk bîne, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê, yan jî, ji bo cejneke kifşkirî–


Wî gelek bi tirs li milyaket nêrî û got: «Çi ye, ya Xudan?» Milyaket got: «Dua û xêrên te gihîştin ba Xwedê û tu di bîra wî de yî.


Min civînên din şêlandin û ji wan pere standin, da ku ez ji we re xizmetê bikim.


Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite