Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 4:11 - Kurmanji Încîl

11 Gotina min ne li ser hewcedariyê ye, çimkî ez hîn bûme ku ez qîma xwe bi halê xwe bînim.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

11 Ne ku ez hʼewcê tiştekî me ku vê yekê werʼa dibêjim. Ez hîn bûme, ku hʼemû hʼalîda rʼazî bim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Нә кӧ әз һʼәԝще тьштәки мә кӧ ве йәке ԝәрʼа дьбежьм. Әз һин бумә, кӧ һʼәму һʼалида рʼази бьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 وِسا نینَ گو اَز بَر خاطره هَوجَییا قِسَ دِگَم، چون گو اَز فِر بومَ گو هر وضعَگه دا دِبی قانع بِم.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 4:11
13 Referans Kwoze  

Hê zêdetir, ez ji bo feyda zanîna bilind a Xudanê xwe Mesîh Îsa, her tiştî zirar hesab dikim. Di ber wî de min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil hesab dikim, da ku ez Mesîh qezenc bikim


Û Xwedê dikare ku her keremê bi zêdehî bide we, wisa ku hergav di her tiştî de têra we hebe û ji bo her karê qenc hê zêdetir hebe.


Em xemgîn in, lê em hergav şa ne. Em belengaz in, lê em gelekan dewlemend dikin. Wek ên ku tu tiştê wan tune, lê em xwediyê her tiştî ne.


Çimkî hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin. Bi ser ku ew dewlemend bû jî, ew bû belengaz, da ku hûn bi belengaziya wî dewlemend bibin.


Çimkî hûn bûn hevalparê derdê girtiyan û talankirina malên xwe bi şahî ragirt, çimkî we dizanibû ku malê çêtir û mayîndar ji bo we heye.


Min ked û zehmet kişand; gelek caran ez di bêxewiyê de, di birçîbûn û tîbûnê de bûm; gelek caran bê xwarin, di nav serma û tazîbûnê de mam.


Leşkeran jî pirsî û gotin: «Lê em çi bikin?» Û wî ji wan re got: «Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.»


Piştre Aqûb soz da û got: “Heke Xwedê bi min re be, di riya ku ez lê diçim de min biparêze û xwarina ez dixwim û cilên ez li xwe dikim bide min


Mûsa razî bû ku li ba wî zilamî bimîne. Wî jî keça xwe Sîpporayê da Mûsa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite