Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 3:5 - Kurmanji Încîl

5 Ez roja heştan hatime sinetkirin, ji gelê Îsraêl, ji eşîra Binyamîn im, ez Îbraniyekî xas Îbranî me. Ez di kirina Şerîetê de Fêrisî û

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

5 Rʼoja hʼeyşta sinet bûme, ji rʼikʼinyata Îsraêl im, ji qebîla Binyamîn, îbranî me û kurʼê îbranîya, alîyê Qanûnêda fêrisî,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Рʼожа һʼәйшта сьнәт бумә, жь рʼькʼьнйата Исраел ьм, жь ԛәбила Бьнйамин, ибрани мә у кӧрʼе ибранийа, алийе Ԛанунеда ферьси,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَز رُژا هشته هاتِمَ سُنَت گِرِن، اَز بنی اسرائیلی مَ، ژه طایفا بنیامینی مَ، عبرانیَگِم ژه داییگ و بابه عبرانی؛ گورَیَگی شِریعَته، ژه فِرقا فَریسیامَ؛

Gade chapit la Kopi




Filîpî 3:5
16 Referans Kwoze  

Ma ew Îbranî ne? Ez jî. Ma Îsraêlî ne? Ez jî. Ma ji dûndana Birahîm in? Ez jî.


Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn im.


Çaxê Pawlos fêm kir ku hinek ji wan Fêrisî û hinek ji wan jî Sadûqî ne, di civîna giregiran de bi dengekî bilind got: «Birano, ez Fêrisî me, kurê Fêrisiyan im. Ji ber hêviya ku mirî wê vejîn, dîwana min tê kirin.»


«Ez zilamekî Cihû me, li Tarsûsa Kîlîkyayê hatime dinyayê, lê ez li vî bajarî mezin bûme, li ber lingên Gamalyêl bi tûndî li gor Şerîeta bav û kalan hatime perwerdekirin û ka îro hûn hemû çawa nin, ez jî ji bo Xwedê xîretkêş bûm.


Di nav nifşên wan de her mêrê ku li mala we çêbûye yan ku ji xerîban hatiye kirîn, tevî kesên ku ne ji ziriyeta we ne, divê di heşt rojiya xwe de were sinetkirin.


Û di roja heştan de ji bo sinetkirina kurik hatin û xwestin, navê bavê wî Zekerya lê bikin.


Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn.


Çaxê heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, milyaket gotibû.


Ûnis ji wan re got: “Ez Îbranî me, ez diperizim Xudan, Xwedayê Ezmanan ê ku bejahî û derya afirandiye.”


Gava qîrîna wan bihîst, Filîstiyan got: “Wateya qîrîna bi dengê bilind a Îbraniyan li artêşgehê çi ye?” Gava hîn bûn Sindoqa Xudan aniye artêşgehê,


Çimkî ez bi zorê ji welatê Îbraniyan hatim revandin. Li vir jî, min tiştekî ku ezê pê bikevim zîndanê nekir.”


Yekî ku ji wê derê firar kiribû hat û Avramê Îbranî agahdar kir. Avram, li ber darmaziyên Mamrêyê Amorî rûdinişt. Mamrê û birayên wî Enêr û Eşkol alîgirên Avram bûn.


Li wir bi me re xulamekî fermandarê parêzvanan, xortekî Îbranî hebû. Me jê re xewnên xwe gotin, wî xewnên me şirove kirin. Xewnên me ji hev cuda bûn.


Lê belê divê şeraba nû bikeve meşkên nû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite