Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 3:21 - Kurmanji Încîl

21 Ewê bi wê qeweta xwe ya ku dikare her tiştî bindest bike, bedena me ya reben biguhere û bike wek bedena xwe ya bi rûmet.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

21 Ewê qalibê meye tʼengezar biguhêze û bike mîna qalibê Xweyî xweyîrʼûmet, bi wê qewata ku dikare her tiştî bike bindestê Xwe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Әԝе ԛальбе мәйә тʼәнгәзар бьгӧһезә у бькә мина ԛальбе Хԝәйи хԝәйирʼумәт, бь ԝе ԛәԝата кӧ дькарә һәр тьшти бькә бьндәсте Хԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 هَمَن اَو عیسیْ مسیحْ گو بِ وه قُدرَتا گو دِگاریت بِ وه همو دِشدی بِگَتَ بِن اَمره خودا، دیه بَدَنه مَ یه به چِنَ عوض گَت گو بِتَ سَر شِکله بَدَنه وی یا خُدان شُکوه و جلال.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 3:21
18 Referans Kwoze  

Çaxê Mesîh ê ku jiyana we ye xuya bibe, hûn jî, hûnê hingê bi wî re di rûmetê de xuya bibin.


Hezkirîno, niha em zarokên Xwedê ne û hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê em vê yekê dizanin: Gava ku ew xuya bibe, emê bibin wek wî. Çimkî ew çawa ye, emê wî wisa bibînin.


Çimkî Xwedê ew ên ku ji berê ve bijartine, ji berê ve kifş jî kirin ku di sûretê Kurê wî de bin. Wisa ku Kur di nav gelek birayan de yê nixurî be.


Lê wê miriyên te vejin, Wê bedenên wan rabin. Kesên di nav tozê de dijîn, Şiyar bin û bi kêf biqîrin! Çimkî xunava te xunava ronahiyê ye Û wê dinya miriyên xwe bîne jiyanê.


Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.


Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.


Xudan Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê her tiştî, dibêje: «Alfa û Omêga Ez im.»


Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz û hêza Xwedê nizanin.


“Ezê bi fîdye wan ji diyarê miriyan, Ji mirinê rizgar bikim. Mirin! Ka felaketa te? Diyarê miriyan! Ka hilweşîna te? Ezê qet poşman nebim.


Belê wê mirin her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çavan, Ji hemû rûyan paqij bike. Wê şerma gelê xwe, Ji tevahiya dinyayê rake. Çimkî Xudan wiha gotiye.


Emê ji te re xemlên zêrîn çêkin, Bi pariyên zîvîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite