Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 2:25 - Kurmanji Încîl

25 Lê min pêwist dît ku ez birayê xwe, hevalkar û hevalleşkerê xwe Êpafrodîtos ê ku we şandiye, da ku ew di hewcedariya min de bibe alîkar, bişînim ba we.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

25 Lê min usa rʼê têrʼa dît, wekî ez wî birayê me Êpafrodîto bişînime cem we, yê ku tʼevî min xebitî û şerʼê xwe kir, kʼîjan we şandibû ku kʼomek bida min.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Ле мьн ӧса рʼе терʼа дит, ԝәки әз ԝи бьрайе мә Епафродито бьшиньмә щәм ԝә, йе кӧ тʼәви мьн хәбьти у шәрʼе хԝә кьр, кʼижан ԝә шандьбу кӧ кʼомәк бьда мьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 مِن وِسا فِکِر گِر گو لازِمَ اَز اِپافْرودیتوس بِزُورینِمَ لاره وَ، اَوه گو آلیَگه دا بِرایه مِن، همکاره مِن، هملَشگِره مِن و آلیَگه دا ژی قاصد و خِذمَتکاره وَیَ گو بِگَهَشیتَ هَوجَییِت مِن.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 2:25
19 Referans Kwoze  

Min her tişt stand û ez di firehiyê de me. Min ew diyariyên ku we bi destê Êpafrodîtos şandibûn, girtin û tu kêmahiya min nema. Ew diyariya we pêşkêşiyeke bîhnxweş û goriyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin e û li wî xweş tê.


Hûn vê ji xizmethevalê me yê hezkirî Êpafras hîn bûn. Ew ji bo we jî xizmetkarekî Mesîh ê dilsoz e.


Erê, ez ji te jî dixwazim, ey hevalê min ê dilsoz, ji wan jinan re bibe alîkar; çimkî ew bi Klêmens û hevalkarên min ên din re ku navê wan di Kitêba Jiyanê de ye, di karê Mizgîniyê de bi min re gelek zehmet kişandine.


Çimkî em hevparên Xwedê yên xebatê ne, hûn zeviya Xwedê, avahiya Xwedê ne.


Hevalkarên min Marqos, Erîstarxos, Dîmas û Lûqa jî silavan li te dikin.


Qasidê dilsoz ji bo kesê ew şandiye, Wekî hênikahiya berfê ya dema palehiyê ye. Ew canê xweyê xwe teze dike.


Ji ber vê yekê, ey birayên pîroz û hevparên gazîkirina ezmanî, bala xwe bidin Îsayê ku Şandî û Serokkahînê şahidiya me ye.


û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we,


Yêşûyê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan li we dike. Ji wan ên ku ji bo Padîşahiya Xwedê hevalkarên min in, evên ha bi tenê ji nav Cihûyan in û ew ji min re bûn han.


lê ji ber ku min birayê xwe Tîtos nedît, dilê min rihet nebû. Loma min xatir ji wan xwest, ez çûm Mekedonyayê.


Wek ku te ez şandim dinyayê, min jî ew şandin dinyayê.


Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, xulam ne di ser axayê xwe re ye, ne jî yê ku hatiye şandin, di ser ê ku ew şandiye re ye.


Silavan li Priskîla û Akîlas bikin, ku bi saya Mesîh Îsa hevalkarên min in.


Silavan li hevalkarê me yê bi Mesîh Urbanos û li hezkiriyê min Staxîs bikin.


Çimkî wî bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we bihîstibû ku nexweş e, ew pirr xemgîn e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite