Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 2:19 - Kurmanji Încîl

19 Îcar hêviya min ji Xudan Îsa heye ku ez di demeke nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we, da ku ez jî halê we bizanim û dilê min rihet bibe.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

19 Gumana min ser Îsa Xudan heye, ku ezê zûtirekê Tîmotʼêyo ser weda bişînim, ku dilê min rʼihʼet be, gava ez hʼalê we pê bihʼesim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Гӧмана мьн сәр Иса Хӧдан һәйә, кӧ әзе зутьрәке Тимотʼейо сәр ԝәда бьшиньм, кӧ дьле мьн рʼьһʼәт бә, гава әз һʼале ԝә пе бьһʼәсьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 اَز ناو عیسیْ خاده دا هِویدارِم گو گَلَک زو تیموتائوس رِگَمَ لاره وَ و بِ زانینا حاله وَ اَز ژی شاد بِم.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 2:19
22 Referans Kwoze  

Ji ber vê yekê min Tîmotêyos şand ba we. Ew bi saya Xudan zarokê min ê delal û dilsoz e. Ewê riyên min ên di baweriya Mesîh Îsa de bîne bîra we, yên ku ez li her derê, li her civîna bawermendan hîn dikim.


û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we,


Ji xulamên Mesîh Îsa, ji Pawlos û ji Tîmotêyos, ji hemû pîrozên Mesîh Îsa yên li Filîpyayê re û tevî wan ji çavdêr û alîkaran re:


Loma ez wî hê zûtir dişînim, da ku hûn dîsa bi dîtina wî şa bibin û xemgîniya min nemîne.


Di cihê vê de, divê hûn weha bêjin: «Xwedê hez bike, emê bijîn û vî karî an wî karî bikin.»


Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze.


Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.


Gava we peyva rastiyê, Mizgîniya xilasiya xwe bihîst û bawerî bi wî anî, hûn jî bi Ruhê Pîroz ê ku hatibû sozdan, di şexsê wî de hatin morkirin.


Hevalkarê min Tîmotêyos û mirovên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros silavan li we dikin.


Îşaya pêxember jî dibêje: «Rayê Yêşa wê derkeve, ewê rabe, Da ku serokatiyê li ser miletan bike Û milet wê hêviya xwe bi wî ve girê bidin.»


Û milet wê hêviya xwe bi navê wî ve girêdin.»


Xudan wiha dibêje: “Nalet li wî kesî be ku bi mirovan ewle ye, Xwe dispêre zendê beşerê û dilê wî ji Xudan dide alî.


Bi saya wî hûn baweriyê bi wî Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakiriye û rûmet daye wî tînin, wisa ku bawerî û hêviya we bi Xwedê be.


Hingê Pawlos hat Derbe û Lîstrayê jî. Li wir şagirtek hebû ku navê wî Tîmotêyos bû. Ew kurê jineke Cihû ya bawermend bû; lê bavê wî ne Cihû bû.


Bi vî awayî hûn jî şa bin û bi min re şa bibin.


Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite