Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 1:13 - Kurmanji Încîl

13 Wisa ku ji hemû berevanên qesrê û ji hemûyên din re jî eşkere bû ku ez di ber Mesîh de girtî me.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

13 Awa tʼevayîya kʼoma kʼoçʼikserêva, usa jî hʼemûyêd mayînva eʼyan e ku ez bona navê Mesîh nava van qeydada me.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Аԝа тʼәвайийа кʼома кʼочʼьксәрева, ӧса жи һʼәмуйед майинва әʼйан ә кӧ әз бона наве Мәсиһ нава ван ԛәйдада мә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 وِسا گو سَر تواوی نُبَداره قَصره و مِرُوه دی آشگَرا بویَ گو اَز بَر خاطره مسیحْ زیندانیمَ.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 1:13
17 Referans Kwoze  

Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye.


Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me.


Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne.


Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.


Pawlos lê vegerand: «Zû an dereng, ez hêvî ji Xwedê dikim ku ne tenê tu, lê hemû yên ku îro guhdariya min dikin, ev zincîr ne tê de, wek min bin.»


Hemû pîroz, bi taybetî jî yên ji mala Qeyser silavan li we dikin.


Pawlos du sal sax li mala xwe ya ku kirê kiribû ma û her kesê ku dihat ba wî qebûl dikir.


Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.»


Îcar piştî sê rojan, Pawlos gazî giregirên Cihûyan kir ku bicivin. Gava ku ew kom bûn, wî ji wan re got: «Birano, bi ser ku min tiştekî li hember gelê me an adetên bav û kalên me nekiriye jî, ez li Orşelîmê hatim girtin û ez dam destê Romayiyan.


Gava ku derdiketin, ji hev re gotin: «Vî mirovî tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, nekiriye.»


Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin.


Îcar hûn jî di eynî tekoşînê de ne, wek ku we ez tê de dîtim û niha jî hûn li ser min dibihîzin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite