Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ezra 1:4 - Kurmanji Încîl

4 Bila hemû kesên padîşahiya min ku li derên bermayiyên sirgûnan dijîn jî alîkariya van xerîban bikin. Bila zêr, zîv, mal, heywan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên ji bo Mala Xwedê bidin wan.’”

Gade chapit la Kopi




Ezra 1:4
15 Referans Kwoze  

Ji bilî van, ji her tiştên ku min ji bo Mala Pîroz amade kirin zêdetir, ji ber ku xezîneya min a zêr û zîvan heye, ji bo hezkirina min a ji bo Mala Xwedayê min, ez van didim:


Barên hevdû hilgirin û bi vî awayî Şerîeta Mesîh pêk bînin.


Îcar piştî çend salan ez hatim ku alîkariya miletê xwe bikim û goriyan pêşkêş bikim.


Ya Xwedayê min, ez baş dizanim ku tu dilan diceribînî û ji rastiyê hez dikî. Min tevahiya van tiştan, bi rastiya dilê xwe û ji dil da te. Min dît ku gelê te, li vir bi şahî û dilxwazî pêşkêşî te kir.


Gel ji bo ku ji dil pêşkêş dikir şa bû. Çimkî wan bi yek dilî, pêşkêşiyên dilxwaziyê pêşkêşî Xudan kirin. Dawidê Padîşah jî gelek şa bû.


Jin û mêr hemû Îsraêliyên dilxwaz, ji bo karên ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribûn, wan ji Xudan re pêşkêşiya dilxwaziyê anîn.


Di nav we de, ji tevahiya gelê wî kî hebe –bila Xwedê pê re be!– bila here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraêl Xudan ji nû ve ava bike. Xwedayê ku li Orşelîmê ye ew e.


Her kesê Xwedê ruhê wî hişyar kir, serekên binemalên eşîrên Cihûda û Binyamînê, kahin û Lêwiyiyan, destpê kir ku herin Mala Xudan a li Orşelîmê ji nû ve ava bikin.


Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Tu adil î. Îro, hinek ji me ji sirgûnê filitîne û sax mane. Tevî ku heqê kesî tuneye li ber te bisekine, va ye em bi sûcên xwe li ber te disekinin.”


Kesên mayî, kesên ji ber Mala Aqûb sax mane, wê li Xwedayê hêzdar vegerin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite