3 Di nav we de, ji tevahiya gelê wî kî hebe –bila Xwedê pê re be!– bila here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraêl Xudan ji nû ve ava bike. Xwedayê ku li Orşelîmê ye ew e.
Fermana min e, bila hemû mirovên di padîşahiya min de dijîn ji Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. “Xwedayê Jîndar ew e, Wê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e.
Dawid ji Silêmanê kurê xwe re got: “Hêzdar û wêrek be! Here bike! Netirse û neşikê. Çimkî Xwedê Xudan, Xwedayê min bi te re ye. Heta tevahiya karê xizmeta Mala Xudan neqede, ew te bêkêr nahêle û te bernade.
Wî got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, ne li jor li ezmanan ne jî li jêr li erdê Xwedayê wekî te heye. Tu bi dilsozî bi peymanê ve girêdayî dimînî ku te bi xulamên xwe yên bi tevahiya dilê xwe bi te re dimeşin re çêkir.
Bila hemû kesên padîşahiya min ku li derên bermayiyên sirgûnan dijîn jî alîkariya van xerîban bikin. Bila zêr, zîv, mal, heywan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên ji bo Mala Xwedê bidin wan.’”
Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan hatin ba wan û ji wan re wiha gotin: “Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avahiyê da we?”
Lê Zerûbbabîl, Yêşû û serekên binemalan ên din ji wan re got: “Avakirina Mala Xwedayê me ne karê we ye. Çawa ku Koreşê Padîşahê Parsê li me emir kiriye, tenê emê ji Xwedayê Îsraêl Xudan re wê ava bikin.”
Û ji bo Koreş dibêje: ‘Ew şivanê min e, Wê hemû armanca min pêk bîne’ ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê bê avakirin’ Û ji Perestgehê re dibêje: ‘Wê hîmê te bê danîn’ jî dîsa ez im.”