7 Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs ji Xudan re got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.”
Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.
Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.”
«Çaxê ku ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew di cihên bêav re derbas dibe, ku li rihetiyê bigere, lê nabîne.
Ewê derkeve, da ku wan miletên ku li ser her çar riknên erdê ne – Gog û Magog – bixapîne û ji bo cengê wan li cihekî bicivîne. Hejmara wan wek seylaka ber deryayê ye.
Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.
Gava hespên beza derketin, ew ji bo li ser dinyayê bigerin, dixwestin herin. Milyaket ji wan re got: “Herin li ser dinyayê bigerin.” Ew rabûn geriyan.
Paşê çû li ber xweyê xwe Êlîşa sekinî. Êlîşa jê re got: “Gêhazî, ev tu ji ku têyî?” Gêhazî got: “Xulamê te bi cihekî ve neçûbû.”