Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Eyûb 1:16 - Kurmanji Încîl

16 Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Agirê Xwedê ji ezmanan ket, wî pez û xulam şewitandin û daqurtandin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”

Gade chapit la Kopi




Eyûb 1:16
13 Referans Kwoze  

Êlyas bersiv da û ji wan re got: “Heke ez zilamê Xwedê me, bila agir ji ezmanan bibare, te û pêncî zilamên te daqurtîne û tune bike.” Ji ezmanan agirê Xudan bariya, wî û her pêncî zilamên wî daqurtandin û tune kirin.


Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand.


Wî li ber mirovan nîşanên mezin dikirin, heta dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê.


Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Reb Xudan gazî êgir kir ku ceza bike. Êgir kûrahiya mezin daqurtand û dest bi xwarina erdê kir.


Êlyas li fermandar vegerand û got: “Heke ez zilamê Xwedê me, bila agir ji ezmanan bibare, te û pêncî zilamên te bişewitîne û tune bike.” Ji ezmanan agir bariya, wî û her pêncî zilamên wî daqurtandin û tune kirin.


Agirê Xudan daket û qurbana şewitandinê, êzingan, keviran û axê daqurtandin. Wî ew qedandin û ava di çalê de jî ziwa kir.


Agirek ji hizûra Xudan rabû û ew daqurtandin. Ew li hizûra Xudan mirin.


Rast e, berê agir ji ezmanan bariya û herdu fermandarê pênciyan û mirovên wan daqurtand. Lê niha bila heyfa te bi min were.”


Leşkerên Filîstî hem li artêşgehê hem jî li derveyî artêşgehê ditirsiyan. Ne tenê leşker, êrîşkarên mêrxas jî dilerizîn. Erd jî hejiya. Ev tirs ji Xwedê bû.


Agirek ji hizûra Xudan rabû û bez û qurbana şewitandinê ya ku li ser gorîgehê ye daqurtand. Gava tevahiya gel ev dît, ji kêf qîriya û deverû çû erdê.


Ji Xudan lava bikin. Ev zîpik û gurmîna brûskan êdî bes e. Ezê we berdim û hûnê li vir nemînin.”


Ey şervanê mêrxas, tu bi rewnakî û berziya xwe, Şûrê xwe, li navtenga xwe bipêçe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite