Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 9:29 - Kurmanji Încîl

29 Estera şahbanûya keça Avîhayîl bi Mordexayê Cihû re, nameyeke diduyan a derbarê Pûrîmê de bi desthilatiyeke xurt nivîsand.

Gade chapit la Kopi




Ester 9:29
6 Referans Kwoze  

Mordexay ev tişt dan nivîsandin û ji hemû Cihûyên ku dûr û nêzîk li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah rûdiniştin re name şandin.


Dor hat Estera keça Avîhayîlê mamê Mordexay. Mordexay çawa ku keça wî be Esterê mezin kiribû. Esterê ji bilî tiştên ku axayê haremê Hêgay pêşniyar kiribûn, tiştekî din nexwest. Dilê hemûyan bi Esterê xweş bû.


Mordexay name bi navê Ahaşwêroşê Padîşah nivîsandin, bi gustîla padîşah mor kirin û bi riya qasidên siwarên hespên beza yên padîşah hatibûn amadekirin, şandin her derê.


Qasid bi fermana padîşah re bi lez dan rê. Ferman li qesra Sûsayê hat derxistin. Padîşah û Haman rûniştin, bi hev re vedixwarin, lê bajarê Sûsayê şaş û metel mabû.


Wî li wan emir kir ku her sal di roja çardeh û panzdehê meha Adarê de pîrozbahiyan bikin.


Bi vî awayî wê ev rojên hanê li her herêmê, li her bajarî û di nav her malbatê de, nifş bi nifş bihata bibîranîn û pîrozkirin. Wê ev rojên Pûrîmê di nava Cihûyan de nehatana betalkirin. Herwiha wê pîrozkirina van rojan di nava ziriyeta wan de tu caran nehata jibîrkirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite