Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 9:28 - Kurmanji Încîl

28 Bi vî awayî wê ev rojên hanê li her herêmê, li her bajarî û di nav her malbatê de, nifş bi nifş bihata bibîranîn û pîrozkirin. Wê ev rojên Pûrîmê di nava Cihûyan de nehatana betalkirin. Herwiha wê pîrozkirina van rojan di nava ziriyeta wan de tu caran nehata jibîrkirin.

Gade chapit la Kopi




Ester 9:28
9 Referans Kwoze  

Ey canê min, Xudan pîroz ke! Û jibîr neke, hemû qenciyên wî!


Wî çaxî hûnê ji wan re bêjin: ‘Çemê Şerîayê li ber Sindoqa Peymana Xudan hat birîn. Erê gava Sindoqa Peymanê derbas dibû, av hat birîn. Ev kevir wê her û her ji bo gelê Îsraêl bîranîna vê yekê bin.’”


Ji bo bîranîna Helday, Toviya, Yedaya û Yoşiyayê kurê Sefanya, wê tac li Perestgeha Xudan were dayîn.


Hûnê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikin, çimkî min hûn ref bi ref wê rojê ji welatê Misrê deranî. Hûnê nifş bi nifş vê rojê wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.


Cihûyan qebûl kir ku her sal wekî ku hatiye nivîsandin di wextê xwe de, di van herdu rojan de pîrozbahiyan bikin. Ev adet wê ji bo wan, ziriyeta wan û ji bo wan kesên ku tevli Cihûyan bibin jî derbas bibûya.


Estera şahbanûya keça Avîhayîl bi Mordexayê Cihû re, nameyeke diduyan a derbarê Pûrîmê de bi desthilatiyeke xurt nivîsand.


Kirinên te ji nifşekî derbasî yê din dibin, Karên te yên hêzdar wê bên ragihandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite