Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 9:2 - Kurmanji Încîl

2 Cihû, ji bo ku dest bavêjin wan kesên ku dixwestin wan tune bikin, li bajarên hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah li hev civiyan. Tu kesî nikaribû xwe li ber wan ragire, ji ber ku tirsa wan ketibû ser hemû miletan.

Gade chapit la Kopi




Ester 9:2
12 Referans Kwoze  

Li her herêmê û li her bajarê ku gotin û fermana padîşah gihîştê, di nav Cihûyan de şahî û kêfxweşî peyda bû. Çawa ku cejn be, şahî hatin lidarxistin. Di nav gelên welêt de gelek kes bûn Cihû. Çimkî tirsa Cihûyan ketibû dilê wan.


Di van nameyan de padîşah destûr da Cihûyan ku li her bajarî, di roja sêzdehê meha Adarê de ku dibe meha duwanzdehan, li tevahiya herêmên Ahaşwêroşê Padîşah bicivin


Wê zimanê min jî tevahiya rojê dadperweriya te bêje, Çimkî yên ku li xesara min digeriyan, Şermî bûn û rûyê wan reş bû.


Yên ku dijminên min in, bila şerm bikin, biqelin, Yên li ziyana min digerin, bila bi şermî û rezaletê bên nixamtin.


Gelno, helak bibin û bişikên! Kesên li welatên dûr, guhdar bin. Bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên. Belê, bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên.


Lê Cihûyan dest neda talanê wan.


Çimkî Xudan dilê wan hişk kiribû ku ew li dijî gelê Îsraêl şer bikin û bên tunekirin. Çawa Xudan li Mûsa emir kiribû, ew li ber wan neketin û tune kirin.


Ji wan re got: “Ez dizanim ku Xudan welat daye we. Tirs û sawa we ketiye ser me hemûyan. Hemû şêniyên welêt ji tirsa we dihelin.


Lê Sîhonê Padîşahê Heşbonê nexwest em di welatê wî re derbas bibin. Çimkî Xwedayê we Xudan canê wî hişk kir û dilê wî şidand ku wekî îro wî bide destê we.


Ezê tirs û sawa xwe li pêşiya te bişînin û her gelê ku tê li dijî wan herî, şaş bikim. Ezê bikim ku hemû dijminên te ji ber te birevin.


Wan bar kir û tirsa Xwedê bi ser bajarên bi der û dora wan ve hat û kesî neda pey wan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite