Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 9:1 - Kurmanji Încîl

1 Ev fermana padîşah, wê di roja sêzdehê meha duwanzdehan ku dibe meha Adarê de pêk bihata. Dijminên Cihûyan wê rojê hêvî dikirin ku zora Cihûyan bibin, lê dem û dewran guherî û Cihû zora wan kesan birin ku ji wan nefret dikirin.

Gade chapit la Kopi




Ester 9:1
13 Referans Kwoze  

û kesên ku êrîşî wan, êrîşî jin û zarokên wan bikin, çi nifş, çi gelê herêmên ku çekdar in, bila tune bikin, bikujin, helak bikin û malên wan talan bikin.


Bi riya qasidan, ji tevahiya herêmên padîşahiyê re name hatin şandin. Di van nameyan de dihat fermankirin ku di roja sêzdehê meha Adarê de ku meha duwanzdehan e, ji Cihûyan çi zarok û mezin, çi jin û mêr herkes bê kuştin û helakirin û mal û milkên wan bên talankirin.


Milet hêrs bûn, lê xezeba te hat; Wext hat, ku dîwana miriyan bê kirin. Wextê dayîna xelata xulamên te yên pêxember Û yên pîroz, biçûk û mezin, yên ku ji te ditirsin hat. Û wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat.»


Te şîna min ji bo min kir dîlan, Şêla min deranî, ez bi şahî rapêçam.


Hingê Petrûs hat ser hişê xwe û got: «Niha bi rastî ez dizanim ku Xudan milyaketê xwe şand û ez ji destê Hêrodês û ji hemû ya ku Cihûyan guman dikir, rizgar kirim.»


Ev yek di roja sêzdehê meha Adarê de çêbû û di roja çardehan de ew rihet bûn. Wê rojê kirin roja şahî û kêfxweşiyê.


Di duwanzdeh saliya padîşahiya Ahaşwêroş de, di meha pêşî de ku meha Nîsanê ye, li pêş Haman, ji bo hilbijartinên roj û mehê Pûr –ku tê wateya pişkê– hat avêtin. Pişk li meha Adarê ket ku meha duwanzdehan e.


Te kir ku dijminên min birevin, Yên ku ji min nefret dikin, min ew tune kirin.


“Wê Xudan gelê xwe rast derxe. Gava ew bibîne ku hêza wan diqede, Tu kesê ne azad ne jî girtî nemîne, Wê dilê wî bi xulamên wî bişewite.


Ezê çawa debar bikim gava xerabiyek bi serê gelê min de bê? Ezê çawa debar bikim gava bibim şahida kuştina gelê xwe?”


Te kir ku dijmin ji ber min birevin, Yên ku ji min nefret dikin tunebin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite