Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 2:9 - Kurmanji Încîl

9 Hêgay Ester eciband û bala xwe zêdetir da ser wê. Ji bo xwarin û bedewiya wê, wî her tiştê ku lazim bû da wê. Herwiha wî ji qesra padîşah heft xizmetkarên bijare dan xizmeta wê. Wî Ester û xizmetkarên wê, li cihê herî xweş ê haremê bi cih kirin.

Gade chapit la Kopi




Ester 2:9
12 Referans Kwoze  

Gava Xudan ji riyên mirovan razî be, Dike ku bi dijminên wan re jî aş be.


Lê Xudan pê re bû. Wî dilsozî bi Ûsiv kir ku dilê serekê zîndanê bi Ûsiv xweş be.


Dema kîjan keçikê dihat, derdiket hizûra Ahaşwêroşê Padîşah. Lê divê duwanzdeh mehên keçikê derbas bibûna ku di wê demê de keçik dihat amadekirin. Ji bo her keçikê, şeş mehan rûnê mûrê, şeş mehan jî bêhnên xweş û misk li wan dihatin kirin.


Herwiha bila padîşah li hemû bajarên padîşahiya xwe karmendan peywirdar bike ku hemû keçikên ciwan û spehî bînin harema qesra Sûsayê, bin desthilatiya Hêgayê nemêr. Ji bo xemilandina wan her tiştê ku pêwist e, bila bidin wan.


Xwedê kir ku berpirsiyarê karmendên qesrê bi kerem û dilovanî li Daniyêl binêre.


Ev Ezra ji Babîlê çû. Ezra, nivîsendeyekî ku Şerîeta Mûsa ya Xwedayê Îsraêl Xudan dabû, baş zanibû. Ji ber ku destê Xwedayê wî Xudan li ser wî bû, padîşah her tiştê ku wî xwest da wî.


û ew ji hemû tengahiyên wî rizgar kir û li ber Firewn, yanî padîşahê Misrê kerem û şehrezayî da wî. Firewn jî ew li ser Misrê û li ser hemû mala xwe kir şahne.


Wî kir ku, yên ew dîl girtine, Dilovan bin li hember wan.


Gelê xwe yê ku li dijî te guneh kiriye û hemû neheqiyên li dijî te kirine bibexişîne ku kesên ew sirgûn kirine li wan werin rehmê.


Herwiha bila nameyek ji Asafê nobedarê daristana padîşah re jî bê nivîsandin. Bila ew daran bidin min ku kêranên ji bo dergehên birca li ba Malê, sûrên bajêr û xaniyê ku ezê lê bimînim bên çêkirin.” Ji bo ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min bû, padîşah daxwaza min qebûl kir.


Gava wî dît ku Estera Sahbanû li hewşê sekinî ye, dilê wî pê xweş bû û wî gopalê xwe yê zêrîn dirêjî wê kir. Ester nêzîk bû û destê xwe da serê gopêl.


dilê wî bi Ûsiv xweş bû û ew kir xizmetkarê xwe yê taybet. Potîfar ew kir serkarê mala xwe û her tiştê xwe da destê wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite