Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 10:3 - Kurmanji Încîl

3 Mordexayê Cihû, piştî Ahaşwêroşê Padîşah bû mirovê diduyan. Ew di nav Cihûyan de mezin bû û ji aliyê tevahiya wan ve hat hezkirin. Çimkî ew ji bo qenciya tevahiya gelê xwe dixebitî û ji bo aştiya wan hewl dida.

Gade chapit la Kopi




Ester 10:3
17 Referans Kwoze  

Sanballatê Horonî û Toviyayê Peywirdarê Emmonî ev yek bihîst. Hatina kesekî ku li qenciya gelê Îsraêl digere, ew gelekî aciz kirin.


Yê ku bi vê yekê ji Mesîh re xizmetê dike, li Xwedê xweş tê û ji aliyê mirovan ve tê erêkirin.


Birano, daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e.


Paşê Bêlşassar ferman da û kincên binevşî li Daniyêl kirin û gerdeniya zêrîn xistin stûyê wî. Wî li ser padîşahiyê kirin kesê sisêyan.


Tê li ser mala min bî û wê hemû gelê min emrên te pêk bîne. Ezê tenê bi tac û textê xwe ji te mezintir bim.”


Min bihîst ku tu dikarî şirove bikî û siran vekî. Niha heke tu vê nivîsê bixwînî û şirove bikî, wê kincên binevşî li te bên kirin û gerdeniya zêrîn bixin stûyê te. Tê li welêt bibî serwerê sisêyan.”


Li ser emrê padîşah, hemû karmendên wî li ber dergehê padîşah, li ber Haman xwe ditewandin û xwe davêtin ber lingên wî. Lê Mordexay ne xwe tewand, ne jî xwe avêt ber lingên wî.


Got: “Netirse! Bavê min Şawûl wê dest nede te. Tê bibî Padîşahê gelê Îsraêl, ezê jî bibim alîkarê te. Bavê min Şawûl jî vê yekê dizane.”


Daniyêl di ser hemû wezîr û setraban re bû. Ji ber ku ruhekî berz pê re bû, padîşah difikirî wî deyne ser tevahiya padîşahiyê.


Tê li herêma Goşenê rûnî. Tu, kurên te, neviyên te, pez û dewarên te, her tiştê te, hûnê li nêzîkî min bin.


Ezê li wê derê te xweyî bikim. Çimkî wê xela hê pênc salên din bidome. An na tu, mala te û her tiştê te, wê perîşan bibin.’


Tevahiya Îsraêl û Cihûdayê ji Dawid hez dikirin. Ji ber ku wî rêberiya wan dikir.


Li Qesra Sûsayê Cihûyekî bi navê Mordexay hebû. Ew ji eşîra Binyamîn, kurê Yayîrê Şîmiyê Qîş bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite