Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ester 1:1 - Kurmanji Încîl

1 Ahaşwêroş di serdema padîşahiya xwe de, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li ser sed û bîst û heft bajaran padîşahî dikir.

Gade chapit la Kopi




Ester 1:1
10 Referans Kwoze  

Kurê Ahaşwêroşê Medî Daryûs di yeksaliya padîşahiya xwe de li ser welatê Babîlê hatibû kifşkirin.


Li ser vê yekê di roja bîst û sisêyê meha Sîvanê ku dibe meha sisêyan, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Her tiştê ku Mordexay emir kir, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li setraban, li walî û serekên herêman ên ku li sed û bîst û heft herêman diman re name hatin nivîsandin. Ji her herêmê re li gorî nivîsîna wan û ji her gelî re bi zimanê wan hat nivîsandin. Ji Cihûyan re jî bi ziman û nivîsîna wan hat nivîsandin.


Daryûs baş dît ku sed û bîst setraban li seranserê padîşahiyê bike peywirdar.


Wan ji tevahiya Cihûyan re ku li sed û bîst û heft bajarên padîşahiya Ahaşwêroş diman, nameyên aştî û ewlehiyê şandin


Di destpêka padîşahiya Ahaşwêroş de dijminan li dijî şêniyên Orşelîmê û Cihûdayê nameyeke sûcdarkirinê nivîsand.


Padîşahê Aşûrê bihîst ku Tîrhaqayê Padîşahê Kûşê ji bo ku li dijî wî şer bike bi rê ketiye. Gava ev yek bihîst, wî qasid şandin ba Hîzqiya û got:


Wey li welatê ku vizîna perê kuliyan jê tê, Li wî welatê li aliyê din ê çemên Kûşê!


Herwiha bila padîşah li hemû bajarên padîşahiya xwe karmendan peywirdar bike ku hemû keçikên ciwan û spehî bînin harema qesra Sûsayê, bin desthilatiya Hêgayê nemêr. Ji bo xemilandina wan her tiştê ku pêwist e, bila bidin wan.


Ahaşwêroşê Padîşah, welat heta giravên deryayê xist bin bacê.


Herwiha milyaket got: “Niha ez rastiyê ji te re bêjim: Wê ji padîşahiya Parsan sê padîşahî derkevin. Wê yê çaran ji hemûyan dewlemendtir be. Gava bi saya dewlemendiya xwe hêzdar bû, wê her kesî li dijî padîşahiya Yewnanistanê rake.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite