Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 2:19 - Kurmanji Încîl

19 Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

19 Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Аԝа һун иди нә хәлԛ у хәриб ьн, ле бажарвантийа ԝә тʼәви щьмәʼта Хԝәде йә у нәфәред мала Хԝәде нә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بَجا اون نه ایدی بیانینَ و نه ژی غَریبِن، بَلگو اون گَل اَونه گو ایمان مسیحْ هَنَ هموَلاتِن و اَندامه خانوادا خدانَ.

Gade chapit la Kopi




Efesî 2:19
14 Referans Kwoze  

Lê heçî em in, welatê me li ezmanan e û ji wir jî em li hêviya Xilaskar, Xudan Îsa Mesîh disekinin.


Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin! Û em ew in. Ji ber vê yekê dinya me nas nake, çimkî ew nas nekir.


Nexwe heta ku fersenda me hebe, em ji hemûyan re, bi taybetî jî ji xwişk û birayên bawermend re qenciyê bikin.


Di wê demê de hûn bê Mesîh bûn, hûn ji hemwelatiya gelê Îsraêl der û ji peymanên sozê re xerîb, li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn.


Sir ev e, ku miletên din bi saya Mizgîniyê hemwêris in, endamên eynî bedenê û hevparên soza Xwedê ne ya ku bi Mesîh Îsa ye.


Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.


li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan.


Têra şagirt dike ku bibe wek mamosteyê xwe û têra xulam jî dike ku bibe wek axayê xwe. Eger ji malxwê malê re Belzebûl gotin, îcar ewê ji maliyan re çi û çi nebêjin!


Çimkî li vir bajarekî me yê ku bimîne, tune; lê em, li yê ku wê bê digerin.


Hezkirîno, ez ji we hêvî dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsî yên ku li hember can şer dikin, dûr bixin, ji ber ku hûn li vê dinyayê xerîb û mêvan in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite