Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 2:15 - Kurmanji Încîl

15 Wî Şerîet bi emir û qeydeyên wê ve betal kir, da ku di şexsê xwe de ji herduyan, ji Cihû û ji miletên din, mirovekî nû biafirîne û bi wî awayî aştiyê çêke

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

15 û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 у тʼәми у әʼмьред Ԛануна Мусада бәтал кьрьн, ԝәки йәктийа Хԝәда, жь һәр дӧйа щьһу у нәщьһу мәрьвәки ну бьхӧльԛинә у бь ви аԝайи бькә әʼдьлайи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 شِریعَتا اَمرا گو ناو رَسمادا بو، باطل گِر، گو ناو خودا انسانَگه تازَ بَدَلا وان دویا چه گَت گو وِسا آشتی و سِلامتیه چه گَت،

Gade chapit la Kopi




Efesî 2:15
21 Referans Kwoze  

Seneda deynên me ya ku bi qeydeyan li hember me bû, xîş kir, li xaçê xist û ji holê rakir.


Çimkî hemû yên ku pişta xwe bi kirina Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku weha hatiye nivîsîn: «Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê de ye.»


Bi gotina «Peymana Nû», Xwedê ya pêşî kevin kiriye. Îcar ya ku kevnar û kevin bûye, li ber windabûnê ye.


we mirovê nû yê ku ji bo zanîna temam li gor sûretê Afirandarê xwe tê nûkirin, li xwe kiriye.


Madem hûn bi Mesîh re li hember hêzên ruhî yên vê dinyayê mirine, nexwe hûn çima weha dijîn wek ku hûn ên vê dinyayê ne û li gor rêz û tertîb dikin ên ku dibêjin:


Çimkî ne sinetbûn, ne jî sinetnebûn, bi tenê afirandina nû tiştek e.


Êdî ne Cihû û ne jî Yewnanî hene, ne xulam û ne jî azad hene, ne jî nêr û mê hene; çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de hûn hemû yek in.


Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.


Nexwe eger yek di yekîtiya Mesîh de be, ew afirînekî nû ye; tiştên kevin derbas bûn û çûn, va ye, yên nû çêbûn.


Ew ne li gor emrên malbavkî yên Şerîetê, lê belê li gor hêza jiyana herheyî bûye kahîn.


Loma diviya ku wêneyên tiştên li ezmanan bi van goriyan, lê belê yên ezmanî bi xwe bi goriyên hê çêtir bên paqijkirin.


Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.


Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.


Çimkî aştiya me ew e; wî herdu, Cihû û miletên din kirin yek û bi bedena xwe dîwarê navbirkê, yanî dijminahî hilweşand.


û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje.


Êdî Yewnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune; lê belê Mesîh her tişt e û bi her kesî re ye.


Bila aştiya Mesîh di dilê we de serwer be. Hûn wek endamên bedenekê ji bo vê aştiyê hatine gazîkirin û şikirdar bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite