Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 2:11 - Kurmanji Încîl

11 Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

11 Hûn ku eʼsilê xweda necihû ne û ji alîyê cihûyada «bê sinet» dihatine hʼesabê, yêd ku xwexa xwe «sinetkirî» hʼesab dikirin, bi sinetîya qalibe bi desta kirî, awa bîr bînin ku hûn hingê çi bûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һун кӧ әʼсьле хԝәда нәщьһу нә у жь алийе щьһуйада «бе сьнәт» дьһатьнә һʼәсабе, йед кӧ хԝәха хԝә «сьнәткьри» һʼәсаб дькьрьн, бь сьнәтийа ԛальбә бь дәста кьри, аԝа бир биньн кӧ һун һьнге чь бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَجا بیننَ بیراخو اون گو زَمانَگه ناو جسمه دا، قَومه گو یهودی نَبون دِهاتنَ حساب گِرِن و اَو مِرُوه گو دِبِژِنَ خو ’سُنَت بویی‘، دِبِژِنَ وَ ’سُنَت نَبویی‘، حال اَو حالَ گو سُنَت بونا وان شُلَگَ گو بِ دَسته بَشَری ناو جسمه دا هاتیَ گِرِن،

Gade chapit la Kopi




Efesî 2:11
29 Referans Kwoze  

Hûn bi wî sinet bûn, ne bi sineta ku bi dest hatiye kirin, lê ji aliyê Mesîh ve hûn hatine sinetkirin û we bedena xwe ya gunehkar ji xwe kiriye.


Û çaxê hûn hê di nav neheqiyan û di beden û dilê xwe yê sinetnebûyî de mirî bûn, Xwedê hûn bi Mesîh re vejandin û li hemû sûcên me bihûrt.


Êdî Yewnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune; lê belê Mesîh her tişt e û bi her kesî re ye.


Hûn jî demekê bi kirinên xwe yên xerab di fikrên xwe de ji Xwedê re xerîb û dijmin bûn.


Çimkî yên bi sineta rast em in, em bi Ruhê Xwedê diperizin, em bi saya Mesîh Îsa pesnê xwe didin û em li tiştên bedenê ewle nabin.


Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne. Îcar wek zarokên ronahiyê rêve herin,


Yên ku zorê li we dikin ku hûn sinet bibin, ew kes in ku dixwazin xwe bi tiştên bedenê derxin pêş. Ew bi tenê weha dikin, da ku mirov di ber xaça Mesîh de tengahiyê nedin wan.


Gava ku hûn pûtperest bûn, hûn dizanin ka çawa bi xirandina hişê we hûn ber bi pûtên bêziman ve birin.


Û hin ji we weha bûn; lê belê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedayê me hûn hatin şuştin, pîrozkirin û rastdarkirin.


Dawid ji zilamên ba xwe re got: “Kesê vî zilamê Filîstî bikuje û vê şermê ji ser gelê Îsraêl rake wê bi çi bê xelatkirin? Ev Filîstiyê bêsinet kî ye ku gefê li artêşa Xwedayê Jîndar dixwe?”


Bi bîr bînin hûn li Misrê kole bûn û hay jê hebin van qanûnan pêk bînin.


Ji bîr nekin hûn li welatê Misrê kole bûn û Xwedayê we Xudan hûn rizgar kirin. Loma ez îro vî emrî li we dikim.


“Ji bîr nekin û bi bîr bînin ka we çawa li beriyê Xwedayê xwe Xudan hêrs kir. Ji roja ku hûn ji welatê Misrê derketin û heta hatin vir hûn li dijî Xwedê serî radikin.


Wê rêwîtiya dirêj a ku Xwedayê we Xudan çil salan hûn li beriyê gerandî bînin bîra xwe. Wî hûn xistin tengasiyê û ceribandin ku ya di dilê we de heye û ka hûn emrên wî pêk tînin an na, xuya bibe.


Her çiqas em bi eslê xwe Cihû ne û em ne ji gunehkarên miletên din in,


Tê bi bîr bînî ku tu li welatê Misrê kole bûyî û Xwedayê te Xudan, tu ji wê derê bi destê xwe yê hêzdar û zendê xwe yê dirêjkirî deranî. Xwedayê te Xudan ji ber vê yekê pîrozkirina Roja Septê li te emir kir.


Xulamê te hem şêr, hem jî hirç kuştiye. Evê Filîstiyê bêsinet jî, wê wekî wan be. Çimkî wî tinazê xwe bi artêşa Xwedayê Jîndar xwariye.”


Îcar, eger yê sinetnebûyî emrên Şerîetê pêk bîne, ma bêsinetiya wî sinetbûn nayê hesabkirin?


Û yê ku di bedenê de sinet nebûye, lê Şerîetê pêk tîne, wê te sûcdar derxe, çimkî tu xwediyê nivîsara wê yî û sinetbûyî yî, lê tu Şerîetê dişikênî.


Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê,


Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn.


Wan bersîv da: ‹Çimkî tu kesî em bi paleyî negirtin.› Wî ji wan re got: ‹Hûn jî herin nav rêz.›


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite