Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Destpêk 3:1 - Kurmanji Încîl

1 Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”

Gade chapit la Kopi




Destpêk 3:1
14 Referans Kwoze  

Lê ka çawa mar bi qurnaziya xwe Hawa xapand, ez ditirsim ku fikrên we jî bên xirandin û ji sadebûn û dilpakiya ku ji bo Mesîh e veqetin.


Ev ne tiştek e ku mirov lê şaş bimîne. Îblîs bi xwe jî xwe dixe sûretê milyaketê ronahiyê.


Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.


Wî ejder, marê kevin ê ku Îblîs, yanî Şeytan e, girt û ew hezar salî girêda.


û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.»


«Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.


«Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› »


Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje.


Gava yek bikeve, wê yê din wî rake. Lê wey li wî ku bi tenê ye û dikeve, Kesê ku wî rake tuneye.


û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te.»


Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihîştî be, ji jina ku naziktir e re hurmetê bikin, çimkî ew bi xwe jî wêrisên kerema jiyanê ne. Wisa ku ji duayên we re asteng dernekeve.


Hingê mar ji devê xwe wek çem av pijiqand pey wê, da ku wê bi avê bixeniqîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite