21 û hemû masiyên di çêm de mirin. Bêhn kete çem û Misriyan nikaribûn ji ava çêm vexwin. Li seranserê welatê Misrê xwîn hebû.
Wê masî bimirin û bêhn bikeve çem. Wê Misrî nikaribin ava çêm vexwin.’”
Hingê sêyeka wan afirînên ku di deryayê de dijiyan mirin û sêyeka gemiyan telef bû.
Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir. Harûn li ber çavê Firewn û karmendên wî gopalê xwe rakir û li ava çêm xist. Tevahiya çem bû xwîn
Sêrbazên Misrê jî bi sêra xwe heman tiştî kirin. Çawa ku Xudan gotibû, dilê Firewn hişk bû û guhdariya wan nekir.
Wî ava wan zivirand xwînê, Û masiyên wan mirand.
Lod bi lod beq civandin û bêhn ket welêt.
Wê masîgir bikin axîn, Hemû kesên nîka xwe davêjin Nîlê Wê şînê bikin. Kesên tora xwe davêjin ser rûyê avê jî Wê perîşan bin.