Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 7:2 - Kurmanji Încîl

2 Her tiştê ku min ji te re got, ji birayê xwe Harûn re bibêje. Bila Harûn ji Firewn bixwaze ku gelê Îsraêl ji welatê xwe berde.

Gade chapit la Kopi




Derketin 7:2
13 Referans Kwoze  

Bi wî re bipeyive û gotinê bixe devê wî. Ezê bi devê te û bi devê wî re bim û ya ku hûnê bikin, hînî we bikim.


wî jê re got: “Ez Xudan im. Her tiştê min ji te re got, ji Firewn re bibêje.”


Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got.


hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»


“Lê tu pişta xwe girê bide! Rabe û her tiştê ezê li te emir bikim ji wan re bêje. Li ber wan neşikê, yan na ezê te li ber wan bidim şikandin.


Xudan ji min re got: “Nebêje: ‘Ez hê xort im.’ Tê herî ba her kesê ku ez te bişînim û her tişta ez li te emir dikim, tê bêjî.


Mîxaya sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar, Xudan ji min re çi bêje, ezê wê bibêjim.”


Wan emrên ku ez didim we, ne tiştekî jê kêm bikin, ne jî tiştekî zêde bikin. Divê hûn emrên Xwedayê xwe Xudan pêk bînin ku ez li we emir dikim.


Wê berdevkiya te bike, di cihê te de bi gel re bipeyive. Tê ji bo wî wekî Xwedê bî.


Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir.


Piştre Mûsa û Harûn çûn ba Firewn. Wan jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Gelê min berde. Bila li beriyê ji min re cejnê bike.’”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite