Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 7:10 - Kurmanji Încîl

10 Bi vî awayî Mûsa û Harûn çûn ba Firewn û çawa ku Xudan emir kiribû, wisa kirin. Harûn gopalê xwe avêt ber Firewn û karmendên wî. Gopal jî bû mar.

Gade chapit la Kopi




Derketin 7:10
10 Referans Kwoze  

Xudan got: “Wî bavêje erdê!” Gava Mûsa gopalê xwe avêt erdê, ew bû mar û Mûsa ji ber reviya.


Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we.


wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»


Ew xwe bispêrin serê Çiyayê Karmelê jî, Ezê li wan bigerim û bigirim. Li ber çavê min xwe di deryayê de veşêrin jî, Ezê li marê avê emir bikim ku bi wan vede.


“Gava Firewn ji we re bêje: ‘Kerametekê çêkin,’ tê ji Harûn re bêje: ‘Gopalê xwe hilde û bavêje ber Firewn. Wê bibe mar.’”


Serê sibê here ba Firewn. Gava ew diçe Nîlê, tu li keviya çem li benda wî bisekine. Gopalê ku bûbû mar jî bila di destê te de be.


Li nav te, ey Misir! Wî ji Fîrewn û hemû wezîfedarên wî re, Nîşan û karên nedîtî şand.


Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir.


Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir. Harûn li ber çavê Firewn û karmendên wî gopalê xwe rakir û li ava çêm xist. Tevahiya çem bû xwîn


Ew çûn û çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite