3 Ez wekî Xwedayê Karîndar li Îbrahîm, Îshaq û Aqûb xuya bûm, lê min xwe bi navê Yahwe bi wan neda naskirin.
Da ku hîn bibin navê te Xudan e, Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î.
Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin, Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin; Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn!
Xwedê ji Mûsa re got: “EZ EZ IM. Tê ji gelê Îsraêl re bêjî, ‘EZ IM’ ez şandim ba we.”
Aqûb ji Ûsiv re got: “Xwedayê Karîndar li Lûzê, li welatê Kenanê li min xuya bû, ez pîroz û bereket kirim
Gava Avram nod û neh salî bû, Xudan lê xuya bû û got: “Ez Xwedayê Karîndar im, bi min re bimeşe û kamil be.
Xudan, Padîşah û Rizgarkarê Îsraêlê, Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Yê pêşî û paşî ez im. Ji xeynî min Xwedê tuneye.
Xwedê jê re got: “Ez Xwedayê Karîndar im. Zêde û berdar bibe. Wê ji te miletek û komeke miletan çêbe û tê bibî bavkalê padîşahan.
Ji Yûhenna, ji heft civînên bawermendan re yên ku li herêma Asyayê ne: Ji Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê û ji heft ruhên ku li ber textê wî ne
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.»
“Ez Xudan im, navê min ev e. Ezê rûmeta xwe nedim yekî din, Pesnê xwe nedim pûtan.
Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.”
Avram konên xwe hilanîn û çû Hevronê, li ber darmaziyên Mamrê bi cih bû. Wî li wir gorîgehek ji Xudan re çêkir.
Xwedayê Karîndar te pîroz bike, te zêde bike, ziriyeta te pir bike û tu bibî komeke gelan.
Xudan di şer de mêrxas e, Navê wî Xudan e.
Bila bala te li ser wî be û guhê xwe bide dengê wî. Tê li dijî wî dernekevî. Wê serhildana te nebexişîne, çimkî navê min li ser wî ye.
Naomî ji wan re got: “Ji min re nebêjin: ‘Naomî,’ ji min re bibêjin: ‘Mara.’ Çimkî Xwedayê Karîndar bi min gelek da kişandin.
Loma ezê vê carê Hêza destê xwe bi wan bidim nasîn. Qeweta xwe bi wan bidim zanîn. Wî çaxî wê bizanibin ku navê min Xudan e.
“Xudanê ku dinya çêkiriye û şikil dayê ku asê be û navê wî Xudan e, wiha dibêje: