Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 5:4 - Kurmanji Încîl

4 Lê Padîşahê Misrê ji wan re got: “Mûsa û Harûn, hûn çima xelkê ji karên wan dikin? Hûn jî herin ser karê xwe!”

Gade chapit la Kopi




Derketin 5:4
8 Referans Kwoze  

Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn.


Me dît ku ev zilam bûye belayek û di nav hemû Cihûyên dinyayê de tevliheviyê dertîne û yek ji serokên mezheba Nisretiyan e.


Wan dest bi giliyê wî kir û gotin: «Me dît ku evê ha miletê me ji rê derdixe. Nahêle ku baca Qeyser bê dayîn û ji bo xwe dibêje ku ew Mesîh e, yanî padîşah e.»


Wê gavê Amatsyayê Kahinê Bêt-Êlê, ji Yarovamê Padîşahê Îsraêlê re xeber şand û got: “Amos di nava gelê Îsraêl de li dijî te fen û fûtan çêdike. Welat nikare tevahiya van gotinên wî ragire.


Li ser vê yekê serekan ji padîşah re got: “Bila ev zilam bê kuştin. Çimkî bi gotinên wiha destê şervanên li vî bajarî mane û hemû gel sist dibe. Ev zilam ne xêrê, lê xerabiya vî gelî dixwaze!”


Paşê Mûsa mezin bû, rojekê ew çû nav gelê xwe û barê wan ê giran dît. Wî dît ku yekî Misrî, li birayekî wî yê Îbranî dixe.


Min nalîna gelê Îsraêl ku koleyên Misriyan in bihîst û peymana xwe bi bîr anî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite