10 Serkarên suxrevanan û karmendên gel derketin. Wan ji gel re got: “Firewn wiha dibêje: ‘Ezê kayê nedim we.
Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn.
Heke serwer guhdariya derewan bike, Wê hemû xizmetkarên wî xerab bin.
Xudan got: “Min tengasiya gelê xwe ya li Misrê ji nêzîk ve dît û hewara suxrevanan a ji destê serkaran bihîst. Ez bi êşa wan dizanim.
Hema wê rojê Firewn emir da serkarên suxrevanan û karmendên gel û got:
Barên wan girantir bikin. Hê bêtir bixebitin û guh nedin peyvên derew.”
Rabin herin, we ka li ku peyda kir, ji xwe re bînin. Lê wê karê we neyê kêmkirin.’”
Peyama li ser heywanên Negevê: “Di nav welatê tengasî û serêşanê re, Di nav şêrên mê û nêr, Koremar û tîremaran re, Dewlemendiya xwe li ser pişta keran Û xezîneyên xwe li ser pişta deveyan, Ji gelê bi kêrî wan nayê re dibin.