Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 39:5 - Kurmanji Încîl

5 Şerîda bi hosteyî ya li ser êfodê, ji aliyê heman hosteyî û bi heman tiştan hatibû çêkirin. Ew bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bû, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.

Gade chapit la Kopi




Derketin 39:5
10 Referans Kwoze  

Di navenda çiradankan de min yek dît ku mîna Kurê Mirov bû, cilek heta bi lingan dirêj wergirtibû û kembereke zêrîn li singê wî girêdayî bû.


hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»


Çimkî ya ku min ji Xudan stand min spart we: Şeva ku Xudan Îsa dan dest, wî rahişt nên,


Wê piştênka pişta wî edalet, Kembera nava wî dilsozî be.


Wî mîntan li Harûn kir, şûtik li pişta wî girê da, xiftan lê kir û êfod da ser. Bi şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê da.


Tê kincan hilînî û mîntan, xiftanê êfodê, êfod û bersing li Harûn bikî. Tê şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê bidî.


Wê şerîda bi hosteyî ya li ser êfodê, ji heman hosteyî û tiştan bê çêkirin. Wê wekî perçeyekî êfodê, bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bê çêkirin.


tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik û mûyê bizinê,


Di du kujên êfodê de sermil çêkirin û bi hev ve danîn.


Kevirên onîks jî hatin amadekirin. Ew di nav malikên zêrîn de hatin danîn û navên kurên Îsraêl wekî mora kolayî li ser wan hatin kolandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite