1 Gava gel dît ku Mûsa ji daketina çiyê bi derengî ket, ew li ba Harûn civiyan. Wan jê re got: “Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.”
Dema ez lewheyên kevirîn bînim ez hilkişiyam çiyê –lewheyên kevirîn ên ku peymana Xudan a ku bi we re çêkiribû– ez çil şev û çil rojan li çiyê mam. Min ne nan xwar, ne jî av vexwar.
Hûn dibînin û dibihîzin ku ne tenê li Efesê, hema bêje li tevahiya herêma Asyayê, ev Pawlosê ha dibêje: ‹Yên ku bi destan hatine çêkirin ne xwedê ne› û wî baweriya gelek mirovan aniye û ji rê derxistine.
Lê Mûsa ji Xwedê lava kir û got: “Ya Xudan, wê çima hêrsa te li dijî gelê te rabe? Te ew ji welatê Misrê bi hêza xwe ya mezin û bi destê xwe yê hêzdar deranî.
Ji bo ku ew bikaribin bi şev û bi roj bimeşin, Xudan bi roj di nav stûneke ewran de li pêşiya wan diçû û bi şev jî di nav stûneke agirîn de li wan dikir ronahî.
Ji wan re got: “Xwezî Xudan hê gava em li welatê Misrê bûn, em bikuştana! Qet nebe em li ber sîtilên goşt rûdiniştin û me têra xwe dixwar. Lê belê, we em anîn beriyê ku tevahiya civakê ji birçiya bikujin!”
Rabe! Gel pak bike û bêje: ‘Ji bo sibê xwe pak bikin. Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ya gelê Îsraêl! Di nav we de tiştên ku hatiye veqetandin hene, heta hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe dernexin, hûnê nikaribin li dijî dijminên xwe li ber xwe bidin.’
Lût derket derve û ji zavayên xwe ango dergistiyên keçên xwe re got: “Lez bikin û ji vê derê herin. Çimkî Xudan dike vî bajarî wêran bike.” Lê zavayên wî guman kirin ku ew henekan dike.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu hilkişe çiyê, were ba min û li vir bimîne. Ezê lewheyên kevirîn ên ku min ji bo hînkirinê emir û şerîet li ser nivîsandine, bidim te.”
“Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Hûnê îro ji Çemê Şerîayê derbas bibin, herin, miletên ji te mezintir û hêzdartir biqewitînin. Hûnê bajarên wan ên mezin û sûrên wan ên digihîjin ezmanan ji xwe re bikin milk.