Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 22:9 - Kurmanji Încîl

9 Di her meseleya ga, ker, pez, kinc û her tiştê windabûyî ya ku herdu alî jî dibêjin: ‘Ev ya min e’ de, wê gotina herdu aliyan here ber Xwedê. Kesê ku Xwedê wî sûcdar dertîne, wê du qatê wan tiştan bide cîranê xwe û aştiyê bike.

Gade chapit la Kopi




Derketin 22:9
17 Referans Kwoze  

“Gava di nav zilaman de doz hebe û ew herin dîwanê, wê dadger li dozê binêrin û kesê bêsûc paqij derînin û kesê sûcdar ceza bikin.


Heke malê diziyê –ga, ker an pez– sax û di destê wî de bê peydakirin, wê du qatê wan bide û aştiyê bike.


«Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»


“Heke kesek li dijî cîranê xwe gunehekî bike, ji bo sondxwarinê mecbûr bibe were vê Malê û li ber gorîgeha te sond bixwe,


«Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir.


“Tê nifir li Xwedê nekî û naletê li serekê gelê xwe jî nekî.


“Gava kesek ker, ga, pez an heywanekî din emanetî cîranê xwe bike û ew heywan bimire, zirar bibîne yan jî bêyî ku kes bibîne bê dizîn,


Pezê te yê ku heywanên çolê li wan xistin min ji te re neanî, min bi xwe zirara wan dida. Çi bi şev, çi bi roj, heywanên dihatin dizîn, te berdêla wê ji min dixwest.


yan tiştê ku bi derewan li ser sond xwariye, ji pêncan yekî jî deyne ser û roja ku pêşkêşiya berdêlê tîne, bi şûn de bide xweyê wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite