Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 22:7 - Kurmanji Încîl

7 “Gava kesek pere yan tiştekî xwe emanetê cîranê xwe bike û ev tişt li mala wî werin dizîn, heke diz bê dîtin wê du qatê wan tiştan bide û aştiyê bike.

Gade chapit la Kopi




Derketin 22:7
10 Referans Kwoze  

Heke malê diziyê –ga, ker an pez– sax û di destê wî de bê peydakirin, wê du qatê wan bide û aştiyê bike.


an diz, an çavbirçî, an serxweş, an çêrker an jî nijdevan, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.


Wî ev ne ji bo ku xema belengazan dixwar, lê ji ber ku ew diz bû got. Xelîtka peran bi wî re bû û tiştê ku diketê jê didizî.


“Gava diz tê girtin çawa şerm dike, Wê Mala Îsraêl jî wisa şerm bike –Ew hemû, padîşahên wan, serekên wan, Kahinên wan û pêxemberên wan.


“Gava agir zêde be, bigihîje diriyan û komeke genim, qevdên genim an zeviya genim bişewite, divê kesê agir derxistiye bergîdanê bide û aştiyê bike.


Xudan ji Mûsa re got:


“Heke kesek bi vî awayî guneh û nedilsoziyê li dijî Xudan bike; di tiştekî ku lê hatiye emanetkirin, tiştekî ku danîne ba wî, yan di tiştekî ku hatiye dizîn de cîranê xwe bixapîne yan jî neheqiyê bike


“‘Tê neheqiyê li cîranê xwe nekî û wî neşelînî. Tê heqdestê karkeran nehêlî serê sibê.


yan tiştê ku bi derewan li ser sond xwariye, ji pêncan yekî jî deyne ser û roja ku pêşkêşiya berdêlê tîne, bi şûn de bide xweyê wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite