Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 22:5 - Kurmanji Încîl

5 “Gava kesek bi çêrandina dewarê xwe zevî yan rezê kesekî din xera bike yan li zeviya kesekî din de berde, wê ji dera herî baş a zeviya xwe û ji dera herî baş a rezê xwe bergîdanê bide û aştiyê bike.

Gade chapit la Kopi




Derketin 22:5
7 Referans Kwoze  

Bêyî ku daqurtînin, wê berê keda xwe vegerînin, Wê bi qezenca bazirganiya xwe şa nebin.


Lê heke bi rastî jî malê li ba wî hatibe dizîn, wê bergîdanê bide xweyî û aştiyê bike.


Heke bûyer piştî derketina rojê çêbûbe, wê sûcê xwînê li ser kesê ku kuştiye be. Divê diz bergîdanê bide û aştiyê bike. Heke tiştekî wî tune be, wê di şûna diziya xwe de wekî kole bê firotin.


wê xweyê çalê pere bide xweyê heywên û aştiyê bike. Wê heywanê mirî bibe yê wî.


Heke malê diziyê –ga, ker an pez– sax û di destê wî de bê peydakirin, wê du qatê wan bide û aştiyê bike.


“Gava agir zêde be, bigihîje diriyan û komeke genim, qevdên genim an zeviya genim bişewite, divê kesê agir derxistiye bergîdanê bide û aştiyê bike.


Tevî ku te em nebirin welatê ku şîr û hingiv jê diherike, te rez û zevî jî wekî mîras nedan me. Ma ji te kirî ev zilam kor in? Na, em nayên.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite