Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 22:3 - Kurmanji Încîl

3 Heke bûyer piştî derketina rojê çêbûbe, wê sûcê xwînê li ser kesê ku kuştiye be. Divê diz bergîdanê bide û aştiyê bike. Heke tiştekî wî tune be, wê di şûna diziya xwe de wekî kole bê firotin.

Gade chapit la Kopi




Derketin 22:3
9 Referans Kwoze  

“Gava tu koleyekî Îbranî bikirî, wê şeş salan xulamiyê bike lê sala heftan wê bêyî ku tiştekî bide azad bibe.


Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn.


Xudan wiha dibêje: “Ka ew nivîsa jinberdanê? Ka yê ku min diya we pê berda? Min hûn firotin kîjan deyndarê xwe? Va ye hûn ji ber xerabiyên xwe hatin firotin, Ji ber serhildanên we diya we hat berdan.


Hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê Filîstî û Emmoniyan.


Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.


“Gava dizek li ser diziyê bê girtin û herwiha bê lêxistin û kuştin, wê sûcê xwînê nekeve ser kesê ew kuştiye.


Keya got: “Baş e, we çawa got bila wisa be! Tas bi kê re bê dîtin, bila bibe koleyê min û yên mayîn bêsûc bên dîtin.”


wê xweyê çalê pere bide xweyê heywên û aştiyê bike. Wê heywanê mirî bibe yê wî.


Bi dilê Orşelîmê re bipeyivin, Gazî wê bikin. Bêjin ku dema şer temam bû, Neheqiya wê jî hat bexişandin. Çimkî di ber hemû gunehên xwe de, Ji destê Xudan du qat stand.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite