Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 21:8 - Kurmanji Încîl

8 Heke ew ne bi dilê xweyê xwe yê dergistiyê wê be, wê bihêle ku dîsa bê kirîn. Ew nikare wê bifiroşe xerîban. Çimkî wî bêbextî lê kiriye.

Gade chapit la Kopi




Derketin 21:8
13 Referans Kwoze  

Dê û bavê wî jê re got: “Ma di nav mirovên te û keçên hemû gelê me de keçek tuneye ku tu diçî ji Filîstiyên bêsinet jinekê dixwazî?” Lê Şîmşon ji bavê xwe re got: “Wê ji min re bixwaze, çimkî ez jê hez dikim.”


Heke hûn bawer in we îro bi Yerûbbaal û mala wî bi awayekî rast û dilsoz kiriye, bi Avîmelek şa bin û bila ew jî bi we şa be.


Kesê bi keçekê re dergistî ye û nezewiciye heye? Bila bizivire here mala xwe. Çimkî dibe ku di şer de bimire û kesekî din pê keçikê re bizewice.’


Mûsa got: “Gava ez ji ba te rabim, ezê ji Xudan lava bikim ku sibê kermozan ji te, ji karmendên te û ji gelê te dûr bixe. Lê bila Firewn dîsa hîle neke û ji gel re nebe asteng ku dixwaze qurbanan ji Xudan re serjê bike.”


Ji ber ku wî dît keçên Kenanî li ber çavê bavê wî Îshaq ne xweş in,


Birayên min, wekî geliyekî bi min re xayîntî kir, Wekî newala ku carna diherike û carna naherike,


Gava Şawûl bihîst hêrsa wî rabû. Di dilê xwe de got: “Deh hezar dane Dawid, lê hezar dane min. Hew maye ku padîşahiyê bidinê.”


Lê ev yek ne bi dilê Samûêl bû. Ji ber ku wan gotibû: “Padîşahekî kifş bike ku bibe serwerê me.” Samûêl ji Xudan re dua kir.


“Lê gava kesek keça xwe wekî kole û carî bifiroşe, wê bi koleyên mêr re neyê berdan.


Heke xweyî wê bide kurê xwe, wê wekî keça xwe bibîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite