6 wê xweyê wî, wî derxe hizûra Xwedê. Wê wî nêzîkî derî yan kêleka derî bike û guhê wî bi dirêşikê qul bike. Bi vî awayî, wê tevahiya jiyana xwe xulamiya wî bike.
wê gavê hûnê dirêşekî hildin, bispêrin derî û guhê wî qul bikin. Bi vî awayî wê tevahiya jiyana xwe bibe koleyê we. Hûnê ji bo koleyên xwe yên jin jî wisa bikin.
“Gava kesên li hev bixin, li jineke bizaro bikevin û zarokê wê zû bibe lê zirara din pê nebe, divê kesê lê ketiye bê cezakirin. Pereyê ku mêrê jinikê xwestiye û dadger erê kiriye, wê bide.
“‘Ezê wê şevê di welatê Misrê re derbas bibim. Hem ji mirovan û hem jî, ji heywanan, hemû yên pêşî bikujim û tevahiya îlahên Misrê dadbar bikim. Ez Xudan im.