Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 19:8 - Kurmanji Încîl

8 Tevahiya gel bi hev re bersiv da û got: “Her tiştê ku Xudan gotiye emê bikin.” Mûsa bersiva gel gihand Xudan.

Gade chapit la Kopi




Derketin 19:8
9 Referans Kwoze  

Piştre nivîsa peymanê hilda û ji gel re xwend. Paşê gel got: “Emê bi her gotina Xudan bikin û guhê xwe bidinê.”


Mûsa hat û hemû gotin û rêbazên Xudan ji gel re gotin. Tevahiya gel bi dengekî bersiv da û got: “Hemû tiştên ku Xudan gotin, emê bikin.”


bi birayên xwe re, bi esilzadeyan re bûn yek. Ji bo ku di riya Şerîeta Xwedê de ku Xwedê bi riya Mûsayê xulamê xwe daye de herin û tevahiya emir, qanûn û rêbazên Rebê me Xudan pêk bînin sond xwarin. Naletê li wan kesan anîn ku van rêbazan pêk neyînin.


Gel ji Yêşû re got: “Emê xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin û guh bidin dengê wî.”


Wan ji Mûsa re got: “Tu bi me re bipeyive, emê guhdariya te bikin. Bila Xwedê bi me re nepeyive, yan na emê bimirin.”


Gel bawer kir. Gava gelê Îsraêl bihîst ku Xudan bala xwe da tengasiyên wan, deverû çûn erdê û perizîn.


Gel ji Yêşû re got: “Na! Emê tenê ji Xudan re xulamiyê bikin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite