Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 19:3 - Kurmanji Încîl

3 Mûsa derket ber Xwedê. Xudan ji çiyê deng lê kir û got: “Tê ji Mala Aqûb re, ji gelê Îsraêl re wiha bêjî:

Gade chapit la Kopi




Derketin 19:3
12 Referans Kwoze  

Gava Xudan dît ew ji bo dîtinê hat, Xwedê ji nav deviyê gazî wî kir û got: “Mûsa, Mûsa!” Wî got: “Keremke ezbenî!”


Ev, ew e ku di nav gelê li çolê civiyayî de bû; li Çiyayê Sînayê milyaket bi wî re peyivî û ew bi bav û kalên me re bû. Wî peyvên jîndar standin ku bigihîne me.


Wî çaxî gel dûr sekinî lê Mûsa xwe nêzîkî wê dera tarî kir ku Xwedê lê bû.


Şeveqê amade be û serê sibê hilkişe Çiyayê Sînayê û li ser serê çiyê, li ber min bisekine.


Xwedê got: “Ezê bi te re bim. Nîşana ku ez te dişînim wê ev be: Gava te gel ji Misrê derxist, hûnê li vî çiyayî xulamiya min bikin.”


Xudan gazî Mûsa kir û ji Konê Hevdîtinê jê re got:


Xudan daket ser serê Çiyayê Sînayê, gazî Mûsa kir ku were serê çiyê. Mûsa rabû hat serê çiyê.


Xudan ji Mûsa re got: “Tu hilkişe çiyê, were ba min û li vir bimîne. Ezê lewheyên kevirîn ên ku min ji bo hînkirinê emir û şerîet li ser nivîsandine, bidim te.”


Mûsa û Yêşûyê xizmetkarê wî rabûn û Mûsa hilkişiya Çiyayê Xwedê.


Mûsa wekî yên pêşî, du lewheyên kevirîn birîn û çawa ku Xudan lê emir kiribû serê sibê zû rabû hilkişiya ser Çiyayê Sînayê. Wî herdu lewhe da destê xwe û birin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite