Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 19:12 - Kurmanji Încîl

12 Sînorekî li dora çiyê bikişîne û ji gel re bêje: ‘Nabe kes derkeve çiyê û xwe nêzîkî qûntara wî bike. Her kî xwe nêzîkî çiyê bike, divê bê kuştin.

Gade chapit la Kopi




Derketin 19:12
11 Referans Kwoze  

Bi vî awayî hûnê riya xwe nas bikin. Çimkî hûn berê di vê riyê re qet derbas nebûne. Herwiha nêzîkî Sindoqa Peymanê nebin. Bila di navbera we û wê de bi qasî du hezar gazan dûrahî hebe.”


“Lê hay ji xwe, hay ji canê xwe baş hebin ku tiştên we bi çavê xwe dîtin ji bîr nekin û di hemû rojên jiyana xwe de ji dilê xwe dernexin. Van bi zarok û neviyên xwe bidin zanîn.


Li gel emir bike û bêje: ‘Hûnê di sînorê Esawiyên birayên xwe re derbas bibin ku li Seîrê dijîn. Wê ji we bitirsin lê hay ji xwe hebin


Miqate bin ku bi şêniyên welatê ku tê heriyê re peymanekê çêneke. Çimkî ev dikare ji bo te bibe dafik.


Mûsa ji Xudan re got: “Gel nikare hilkişe Çiyayê Sînayê, çimkî te bi xwe em şîret kirin û ji me re got: ‘Sînorekî li dora çiyê bikişîne û wî pîroz bike.’”


Xudan ji Mûsa re got: “Berjêr be, gel hişyar bike. Nebî nebî kesek ji bo min bibîne rabe sînor derbas bike! Yan na wê piraniya wan helak bibin.


Firewn ji Mûsa re got: “Here ji hafa min! Qet dernekeve pêşiya min. Roja tu rûyê min bibînî, tê bimirî.”


Hûn nêzîkî wî çiyayê ku tê destdan û dişewite, bi mij, bi taristanî û bi bahoz e, nebûn;


Wê tu kes bi te re hilnekişe ser çiyê û bila li tevahiya çiyê kes neyê dîtin û li qûntara çiyê pez û dewar neçêre.”


Divê Mûsa bi tenê nêzîkî min bibe, yên din nêzîk nebin. Gel pê re neyê.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite