Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 17:5 - Kurmanji Încîl

5 Xudan ji Mûsa re got: “Here pêşiya gel, bila çend rîspiyên gelê Îsraêl li ba te bin. Ew gopalê ku te li Çemê Nîlê xistibû jî bila di destê te de be.

Gade chapit la Kopi




Derketin 17:5
8 Referans Kwoze  

Niha here û hemû rîspiyên gelê Îsraêl bicivîne û ji wan re bêje: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Îshaq û Aqûb Yahwe li min xuya bû û wiha got: Ji nêzîk ve bala min li ser we ye û min a ku li Misrê bi we kirin dît.


“Wê rîspiyên gelê Îsraêl guhdariya dengê te bikin û hûnê bi hev re herin ba Padîşahê Misrê û bêjin: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan rastî me hat. Niha destûr bide me, ji bo ku em ji Xwedayê xwe Xudan re qurban serjê bikin, em sê rojan di beriyê de rêve herin.’


Gopalê xwe rake û destê xwe dirêjî ser deryayê bike, wê bibe du şeq û wê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa bimeşe.


Te kanî û lehiyan rakir, Çemên ku hergav diherikin ziwa kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite