4 Wî artêşa Firewn û erebeyên wî yên şer Girt û avêt deryayê, Fermandarên wî yên bijare Di Derya Sor de xeniqîn.
Bi te hesp û siwar diperçiqandin, Bi te erebeyên şer û siwarên wan diperçiqandin.
Miryamê ji wan re ev lavij got: “Stranan ji Xudan re bêjin, Çimkî ew gelekî berz e, Wî hesp û siwar avêtin deryayê!”
Tu, tirsdar î! Tu! Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?