Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 14:2 - Kurmanji Încîl

2 “Ji gelê Îsraêl re wiha bibêje ku bizivirin. Bila li pêş Pî-Hahîrotê, di navbera Mîgdol û deryayê de, li hemberî Baal-Sefonê, li kêleka deryayê kon vedin.

Gade chapit la Kopi




Derketin 14:2
9 Referans Kwoze  

Ev gotin li ser hemû Cihûdayiyên ku li welatê Misrê, li bajarên Mîgdolê, Tahpanhêsê, Memfîsê û li herêma Patrosê diman, ji Yêremya re hat û got:


“Ji Misrê re bêjin! Li Mîgdolê bidin bihîstin! Li Memfîsê û li Tahpanhêsê jî bidin bihîstin. Bêjin: ‘Tevdîra şer bikin, Çimkî wê şûr kesên derdora te daqurtîne.’


Misrî bi hemû hespên Firewn, bi erebeyên şer, bi siwar û bi artêşa xwe li pey wan ketin û li kêleka deryayê, li nêzîkî Pî-Hahîrotê, li hemberî Baal-Sefonê, dema wan kon vedida, gihîştin wan.


Xudan ji Mûsa re got:


Wê Firewn ji bo gelê Îsraêl wiha bibêje: ‘Ew bêarmanc li nav welêt digerin, beriyê dor li wan pêça ye.’


Çaxê min bav û kalên we ji Misrê deranîn, ew hatin ber deryayê. Misrî heta Derya Sor bi siwarî û erebeyên şer da pey bav û kalên we.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite