8 Wê rojê ji zarokên xwe re bêjin: ‘Ez van tiştan ji bo xatirê wê rojê dikim ku gava em ji Misrê derketin Xudan ji me re kir.’
“Sibê, gava kurê te ji te bipirse û bibêje: ‘Ev çi ye?’ jê re bêje: ‘Xudan em ji Misrê, ji warê koletiyê bi destê xwe yê hêzdar deranî.
Ey Xwedê, me bi gohên xwe bihîst, Bav û kalên me ji me re gotin, Ka te çi kiriye di rojên wan de, di dema borî de.
Kesên dijîn, tenê kesên dijîn, Ji te re spas dikin, Wekî ez îro dikim. Wê bav dilsoziya te ji zarokan re bide zanîn.
Tu jî, ji kurên xwe û neviyên xwe re bêje min çawa bi nîşanan Misir rezîl kir ku hûn bizanibin Xudan ez im.”
Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.
“Sibê, gava zarokên we ji we bipirsin û bibêjin: ‘Wateya şîret, qanûn û rêbazên ku Xwedayê me Xudan li we emir kiriye çi ye?’