Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Derketin 13:21 - Kurmanji Încîl

21 Ji bo ku ew bikaribin bi şev û bi roj bimeşin, Xudan bi roj di nav stûneke ewran de li pêşiya wan diçû û bi şev jî di nav stûneke agirîn de li wan dikir ronahî.

Gade chapit la Kopi




Derketin 13:21
21 Referans Kwoze  

Bi rojê bi riya stûna ewran û bi şevê bi riya stûna êgir te rê nîşanî wan da ku riya tê de bimeşin, ji bo wan ronî be.


Wî di stûna ewr de ji wan re got, Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan, Bi cih anî.


Ew Xwedayê ku ji bo cih ji konê we re bibîne da pêşiya we û bi şev di nav êgir de, bi roj jî di nav ewran de rêberiya we kir.


Xudan ser wan bi ewr nixamt, Bi şev, riyên wan bi agir ronahî bûn.


Bi roj wî bi ewran, Bi şev, bi ronahiya agir rê nîşanî wan da.


te bi rehma xwe ya mezin ew li beriyê nehiştin. Stûna ewran a ku bi rojê rê dida û stûna êgir ya ku bi şevê riya wan ronî dikir, ew bi tenê nehiştin.


Wê vê yekê ji şêniyên welêt re eşkere bikin. “Ya Xudan, wan bihîst ku tu di nav vî gelî de yî. Çimkî tu rû bi rû xuya dibî, ewrê te li ser wan disekine û tu bi roj di nav stûna ewran de û bi şev di nav stûna êgir de rêve diçî.


Gava ji artêşgehê derketin, ewrê Xudan bi rojan li ser wan bû.


Gava Harûn ev ji tevahiya civaka Îsraêl re digot, wan li aliyê beriyê nêrî û rûmeta Xudan di nav ewr de xuya bû.


Yê ku li pêş te diçe Xudan e. Wê bi te re be, wê te bernede û nehêle. Netirse û neşikê.”


Ey Xwedê, gava ku tu derketî pêşberî gelê xwe, Çaxê tu li çolê rêve çûyî,


Te bi destê Mûsa û Harûn Gelê xwe wek keriyekî ajot.


Ev kî ye, ji çolê tê? Kî wekî stûna dûyê, Bi her cure biharata bazirganiyê, Bi mûr û guniyê Bêhn lê bûyiye?


Firewn got: “Heke ez bihêlim hûn û zarokên xwe herin, bila Xudan alîkarê we be! Jixwe niyeta we xerab e!


Gava gel dît ku Mûsa ji daketina çiyê bi derengî ket, ew li ba Harûn civiyan. Wan jê re got: “Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite